Serokê Karên Derve/Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr, di peyama ku li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî belav kir de weha got: “Ji Tirkîye û raya giştî ya navneteweyî re banga acîlî! Artêşa îşxalker a îsraîlê, bi piştgirîya Emrîkayê, piştî ketina rejima Baasê ji amûrên parastinê ya Sûrîyeyê re êrîşên giran li dar dixe û axên Sûrîyeyê bi fiîlî îşxal dike. Bi bombekirina wesayîtên parastina hewayê, radaran û keştîyên aîdê donanmayê tê xwestin ku parastina welat bê tunekirin. îsraîla ku li Xezze û Libnanê sûca qirkirinê pêk tîne, bi êrîşên li Sûrîyeyê hedef dike ku îşxala xwe ya li Golanê mezin bike. Divê di serî de Tirkîye û hemû raya giştî ya navneteweyî ji bo sekinandina êrîşên îsraîlê bi lez û bez dest bi xebatê bikin. Divê welatên herêmê li hember teşebûsa ev îşxala li dijî axên Sûrîyeyê tewr û sekinekî hevpar nîşan bidin. Divê bi lez û bez êrîşên ku li dijî pêşeroj û tecrûbeyên gelê Sûrîyeyê re têne kirin bêne sekinandin.”
Rejima sîyonîst, herêmên tampon û yên dinê ku li Tepikên Golanê hatibûn bêçekkirin kir bin kontrola xwe.
Îşxala ku tê qalkirin, îxlalkirina Peymana Sekinandina Pevçûnê ya ku di 1974an de di navbera Sûrîye û rejima sîyonîst de hatibû îmzekirin e.
Tiştên ku rejima îşxalker dike, îxlalkirina hiqûqa navneteweyî, yekîtî û ewlehîya axên Sûrîyeyê ye.
Artêşa îşxalê, ji roja duşemê vir ve herêmên nêzê sînora Sûrîyeyê îşxal kir û li Sûrîyeyê çekên ku stratejîk in hedef girt. (ÎLKHA)