Çavkanîyên tenduristîyê îfade kirin ku li rojhilata Megazîya Xezzeyê ji cîhê ku sîvîl kom bûbûn re ji teref artêşa îşxalê ve êrîş hat lidarxistin.
Di êrîşan de 3 jê zarok, 4 sîvîl hatin qetilkirin, gelek kes jî birîndar bûn.
Artêşa îşxalê xeyn ji vê Megazîyê li bajaroka Beyta Lahîyayê jî êrîşan li dar xist.
Di êrîşên ku sîvîl hatin hedefgirtin de 6 kes hatin qetilkirin, gelek kes jî birîndar bûn.
Sîvîlên nêzê Nexweşxaneya Kemal Advan a li herêma Beyt Lahîyayê jî ji teref balafirên bêînsan yê hewayê ya aîdê îşxalê hatin hedefgirtin. (ÎLKHA)