Rayedarên Ewlehîya Sehla Pohangê, daxuyandin ku li peravên bajara Gyeongjuyê kelekek masîvanan qeza kir û bin av bû.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di nav kelekê de 3 welatîyên Koreya Başûr, 5 Endonezyayî hebûn û di encama qezayê de 7 kesan canê xwe ji dest dan, kesekî jî winda ye.

Xebatên lêgerîn û xelaskirinê berdewam dikin. (ÎLKHA)