Êrîş û qirkirina li dijî Xezzeyê ên artêşa qaşo yê rejîma îşxalker bênavber berdewam dike.

Li gorî WAFAyê rejima sîyonîst, li dijî herêma Harbe el-Adesa rojhilata Refahê bi ÎHAyê êrîş li dar xist.

Di êrîşan de zarok jî di nav de 6  kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku îşxalkeran li herêma ez-Zewayîdeyê êrîşî konên Filistînîyan jî kir.

Di êrîşê de 2 Filistînî şehîd bûn, 1 jê pitik 6 kesan jî birîndar bûn. (ÎLKHA)