Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrişên siyonîstên îşxalker ku di roja 429emîn de berdewam dike de agahî da.

Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di 4 qetlîamên 24 saetên dawîn de 44 sîvîlan şehîd kirin û 74 kesan jî birîndar kirin.

Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 44 hezar û 708an û hejmara birîndaran jî derket 106 hezar û 50an. (ÎLKHA)