HUDA PARê der barê geşedanên piştî ku muxalifan li Şamê hinel cîhan bi dest xistin û unsurên rejîmê ji paytextê vekişiyan de nirxandinan kir.
"Pêwîst e Sûrîye bi tevî Girên Golanê rûmetê li yekparçeyîya axa xwe û îradeya gel bigire"
Di daxuyanîya ku li ser hesabê Xê ya partîyê hat dayîn de ev tişt hatin gotin:
“Hilweşîna rejîma Baas a 61 salî di têkoşîna dadperwerane ya gelê Sûrîyê de xaleke dîrokî ye. Di qonaxa dawî de, gelekî girîng e ku rêveberîya li welat bi awayekî bêxwîn derbasî îradeya xelkê bibe. Berî her tiştî divê bê zanîn ku Sûrîye bi hemû unsurên xwe û hemû cudahîyên xwe ya Sûrîyê ye. Divê tenê gelê Sûrîyê dikare pêşeroja Sûrîyê diyar bike.
Piştî demeke dirêj a kaosê, avakirina aştî, ewlehî, hizûr û çanda jiyana hevbeş li welat pir girîng e.
Rejîma Baasê tenê ji roja ewil ve li welat dîktator e. Di vê serdemê de gelê Sûrîyê rastî komkujî, zext, îşkence, rewşa leşkerî, koçberî û zindanan hat.
Di berjewendîya gelê Sûrîyê de ye ku hemû alî bi awayekî adil di hikûmeta veguhêz de ku dê ji bo pêkanîna aramîyê li Sûrîyê were erkdarkirin, bên temsîlkirin.
Ji bo aramîya herêmê, pêwîst e hemû alîyên navdewletî ji yekparçeyîya axa Sûrîyeyê û Girên Golanê û îradeya gel re rûmetê nîşan bidin. Hem ji bo Sûrîyeyê û hem jî ji bo herêma me bi dîplomasîyeke berpirsyar dikare pêşerojeke hevpar bê avakirin.
Berpirsiyariya herî girîng a hikûmeta veguhêz jî çêkirina destûreke nû ye ku maf û azadîyên bingehîn garantî bike."
"Em hêvî dikin rêya ku diçe azadîya Qudsê veke"
HUDA PARê hêvîyên xwe yên sereke yên ji bo vê hikûmeta demkî ya ku ew ê were avakirin weha rêz kir:
“Divê li welat aştî û aramî pêk were.
Divê komîsyoneke nû ya makeqanûnê bê avakirin ku hemû partîyên li welat dijîn bi awayekî adil bên temsîlkirin, ev komîsyon bê xebitandin û ev makeqanûn di demeke maqûl de bê çêkirin. Ji ber ku piranîya civaka Sûrîyeyê ji bawerîya îslamî ye, divê pêşî li çêkirina destûreke ku li gorî qanûnên Îslamî û şaristanîya Îslamî be.
Divê şert û mercên xûşk û birayên me yên Sûrîyeyî yên ku ji ber şerê navxweyî yê ku ev 13 sal in dewam dike, neçar man welatê xwe terk bikin û heta niha jî wek muhaciran li welatên cuda dijîn, bi selametî vegerin welatê xwe.
Divê pêşî li guhertina demografyaya welat bê girtin û her kes li welatê xwe di nava aramîyê de bijî.
Divê yekîtî û yekrêzî neyê xerakirin û nehêlin civak û hêzên Sûrîyeyê bên parçekirin û li hember hev bên rijandin.
Em hêvîdar in ku ev hemû geşedan li welat biratî û çanda jiyana bi hev re ava bike. Divê rê li ber Ermîkayê bê girtin ku planên xwe yên xerab û xapînok ên ji bo îsraîlê pêk bîne. Lê em hêvî dikin ku duzena nû ya Sûrîyeyê bi xurtkirina têkoşîna Filistîniyan a li dijî îsraîlê, rê li ber azadîya Qudsê veke.” (ÎLKHA)