Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrişên siyonîstên îşxalker ku di roja 428emîn de berdewam dike de agahî da.

Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di qetlîamên 24 saetên dawîn de 52 sîvîlan şehîd kirin û 142 kesan jî birîndar kirin.

Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 44 hezar û 664an û hejmara birîndaran jî derket 105 hezar û 976an. (ÎLKHA)