Di encama gulebarana kesên nasnameya wan nediyar in de helîkoptera ku li bejahiya bajaroka Caceres a li herêma îdarî ya Antîokîyayê danî,  4 leşker mirin.

Di daxuyanîya ku ji teref artêşê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku leşkerên ku ji helîkopterê dadikevin bi dorê hatiye gulebarankirin û di vê çalakiyê de leşkeran canê xwe ji dest dane.

Clan del Golfo, rêxistina sûc a qaçaxçiya narkotîkê ku ji hêzên paramîlîter ên berê pêk tê, ji êrîşê berpirsyar hat dîtin. (ÎLKHA)