Li wîlayeta Dong Naiya Vîetnamê de tetbîqetekî leşkerî hat lidarxistin, di dema tetbîqetê de teqîn pêk hat.
Di encama teqîna ku li beşa perwerdehîya polîgona guleavêtina leşkerî pêk hat de 12 leşker canê xwe ji dest dan.
Hat destnîşankirin ku hêj cesedê hinek leşkeran nehatine dîtin û ji bo wan xebat tê kirin.
Tê texmînkirin ku teqîn dema ku leşkeran cebilxaneyan bar dikirin û di wê demê de brûsk li erdê ketîye pêk hatibe. (ÎLKHA)