Li peravên San Franciscoya eyaleta Kalîforniyayê ya Emrîkayê di mezinahîya 7an de erdhejek pêk hat.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ragihand ku li wîlayeta Kalîforniyayê ya Emrîkayê bi pileya 7.0 erdhejek pêk hat.

Piştî erdheja ku li peravên herêma Humbot a li bakurê Kalîforniyayê pêk hat, ji bo wîlayetên California û Oregonê hişyariya tsunamiyê hat dayîn.

Hat ragihandin ku erdhej 14 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.

Erdhej bi taybetî li bajarên peravê bi tundî hat hîskirin.  (ÎLKHA)