Li bajara Qendehara ku başûrê Efxenistanê ye, bana malekî hilweşîya û di encamê de 3 xûşk canê xwe ji dest dan.

Daîreya Çand û Agahî ya Bajarê, di daxuyanîya ku belav kir de, îfade kir ku dema hilweşîna banê de bavê malbatê ne di mal de bûye û ji bo kar çûye derve.

Li hinek herêmên Efxenistanê piranîya malan bi herîyê tên çêkirin û ev jî dibe sedemên wek bûyerên ewakî. (ÎLKHA)