Bûyer li gundê Keçîrenkê navçeya Sasonê pêk hat.
Tayyibe Yavuz a 80 salî ku serê sibê ji bo kontrolkirina mirîşkên xwe çû pînikê, di kozika mirîşkan de rovîyek dît. Pîrejin bê tirs û bi lez tevgeriya û bi destên xwe rovî girt.
Gundiyên ku kêliya ku jinikê bi têlefona xwe ya destan girtiye, qeyd kirine, ji vê tevgera wêrek a pîrejinê matmayî mane.
Piştî ku hat girtin, rovî bê zerar û bi ewlehî berda jîngeha xwe ya xwezayî da ku zirarê nede jîngehê.
Şêniyên gundê Keçîrenkê diyar kirin ku ew heyranê wêrekiya pîrejinê ne û diyar kirin ku li gund yekem car bi rewşeke wiha re rû bi rû mane. (ÎLKHA)