Di çarçoveya tehqîqata ku Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê der barê fînansekirina DAIŞê da meşandin da ji bo 114 şikdaran biryara binçavkirinê hat dayîn.

Li Îzmîr, Qonya, Enqere, Entap, Stenbol, Tekirdag, Edene, Semsûr, Yozgat, Riha, Bûrsa, Mereş, Wan, Qocaelî, Çewlig, Agirî, Yalova, Qeyserî, Mûş, Şirnex, Sêrt, Çankiri, Aksaray, Antalya, Semsûn, Seqerye, Meletî, Colemêrg, Hetay, Li Mêrsîn û Ispartayê di operasyona hevdem de 77 şikdar hatin girtin.

Hat diyarkirin ku ji şikdaran 8 kes li dervayî welat in û ji bo 29 jê girtî jî xebat dewam dikin. (ÎLKHA)