Rayedaran ragihandin ku ji ber lehîyê li wîlayeta Kelantanê 2 zilamên pîr xeniqîne û bi tevî van 2 kesan hejmara mirîyan derket 6an.
Li gorî daneyên Wezareta Alîkariya Civakî ya welat hejmara qurbanîyên lehîyê gihîşt 134 hezar û 524an û hat ragihandin ku li 613 navendên lehîyê stargeh hat dayîn.
Wîlayetên ku herî zêde tesîrdar bûne Kelantan û Terengganu bûn, ku li peravên rojhilatê welat in.
Di heman demê de, Serokwezîr Enwer Îbrahîm got ku hikûmetê çavkanîyên din ji bo şopandina lehîyê terxan kirîye û tê çaverêkirin ku ew di nîvê vê mehê de dest pê bikin.
Wezareta Çandinî û Ewlekarîya Xwarinê di daxuyanîya xwe de got ku cureyên alîkarîyê yên guncaw têne lêkolînkirin, di nav de alîkarîya darayî û piştgiriya vejandina piştî lehiyê, ji bo sivikkirina barê cotkarên lehîyê. (ÎLKHA)