Li Iraq û Herêma Kurdistanê piştî 27 salan cara yekem di navbera 20-23 Cormehê de li giştîyê welat jimara nifûs û qonitan hat kirin.

Sûdanî, daxuyanîyeke çapemenîyê li dar xist, di daxuyanîyê de destnîşan kir ku bi tevî biyanî û penaberan nifûsa Iraqê gihaştîye 45 milyon û 407 hezar û 895an.

Hat îfadekirin ku ji sedî 50,1ê nifûsê zilam in, ji sedî 49,8ê wan pîrek in, ji sedî 70,3yê li bajêr, ji sedî 29,7ê wan jî li qeza û gundan dijîn.

Li Herêma Kurdistanê jî rewş weha ye

Hejmara mêran, 3 milyon û 200 hezar û 506 kes, hejmara jinan, 3 milyon û 170 hezar û 162 kes, Rêjeya mêran li Herêma Kurdistanê ji sedî 50,4 yê jinan jî ji sedî 49,6 e.

6 milyon û 370 hezar û 668 kes li Herêma Kurdistanê dijîn.

Ji sedî 84ê xelkê li bajaran û ji sedî 16yê xelkê li gundan dijîn. (ÎLKHA)