Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte, ji bo zîyaretên fermî hat Enqereyê.
Rutte, di çarçoveya hevdîtina li Enqereyê de bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re hat cem hev.
Di hevdîtinê de meseleyên wek Herba Ukrayna-Rûsya û qetlîama ku li Filistînê bê dawîkirin dikarin çi bikin, gavên hevpar ên di warê micadeleya bi terorê re de, malvanîya Tirkîyeyê ya ji Lûtkeya NATOyê ya di sala 2026an de bê kirin, piştgirîya amûrên senayîya parastinê ya mittefîkên NATOyê ku bi Tirkîyeyê re bikin û alîkarîya Tirkîyeyê ya ji NATOyê re hatin gotûbejkirin.
Ji Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re di hevdîtinê de Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Parastina Netewî Yaşar Guler, Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun û Serşêwirmendê Ewlehî û Polîtîkayên Derve yê Serokkomar Akîf Çagatay Kiliç jî hevaltîyê kirin. (ÎLKHA)