Berdevkê Hêzên Çekdar yê Yemenê Yahya Serî, di mîtînga ku li Meydana Sabînê ji bo destekdayîna berxwedana Xezze û Libnanê hatibû tertîpkirin de axivî, di axavtina xwe de ew derheqê operasyonekî ku li dijî rejîma îşxalker li dar xistine de agahî da.

Serî, di axavtina xwe de weha got:

“Hêzê fuze ya Hêzên Çekdar yê Yemenê, li dijî baregeha Newatîma aîdê dijminê îsralê ye operasyonekî leşkerî li dar xist.

Operasyon, bi fuzeya hîpersonîk Filistîn 2yê hatîye lidarxistin û bi îzna Xwedê bi serfirazî gihaştîye armanca xwe.

Hêzên Çekdar yê Yemenê ji bo bersivdayîna ji sûcên îşxalê ên li Xezze û Libnanê ew ê operasyonên xwe yên leşkerî bidomîne, wê xeyn ji sekinandina êrîşan, dorpêça li ser Xezzeyê û êrîşên li dijî Libnanê operasyon neyên sekinandin.” (ÎLKHA)