Qasim, di axavtina ku di televîzyonê de kir de weha got, “Hîzbullah, derheqê notên xwe de biryar girtîye ku wê ji raya giştî re daxuyanîyê nede.”
Encax Qasim, bal kişand ku ji bo biryardayîna agirbestê ya Hîzbullahê divê îşxal “êrîşdarîya” xwe ya li dijî Libnanê bide sekinandin û serxwebûnîya Libnanê biparêze.
Qasim ku got, “hêzên îsraîlê nikarin bi beheneyên curbecr bikevin Libnanê û cînayetan pêk bînin, divê welatê me bê parastin.” Wî bal kişand ku serfirazîya mizakereyên ku di serokatîya Emrîkayê de tê kirin bi “cîddîyeta” berteka îşxalê û Benjamin Netenyahu re girêdayî ye. Qasim weha got, “Îsraîl nikare şertên xwe bi me re girê bide.”
Qasim ku bal li ser îlkeyên mizakereyên Hîzbullahê kişand û weha got, “Me derheqê du meseleyan de mizakeyeren kir. Ya yekemîn bi temamî û firehî sekinandina êrîşan, ya duyemîn jî parastina serxwebûnîya Libnanê.”
“Em di du sehayê de dixebitin. Meydana herbê û maseya mizakereyan. Dema ku em li bêvîya mizakereyan bisekinin wê sehaya herbê jî nedin rawestandin.”
Hat îfadekirin ku Hîzbullah xwe ji herbekî demdirêj re amade dike.
Naim Qasim îfade kir ger ku îşxal Beyrûdê hedef bigre ew ê Hîzbullah jî navenda Tel Avîvê hedef bigre, piştî herbê jî ew ê Hîzbullah bi tevî hikumet û welatên dost re bi hevkarî wê di lêkirina ji nû ve ya Libnanê de cîh bigre û ji bo bijartina Serokkomarê nû ya Libnanê alîkarîyê bike. (ÎLKHA)