Ji teref navenda operasyona rewşa acîlî ya ku girêdayê Wezareta Tenduristî ya Libnanê ye ve li ser hîsaba medyaya civakî ya Xê daxuyanîyek hat parvekirin û di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêzên hewa yên sîyonîstan di êrîşên xwe yên li dijî bajar û bajarokên Libnanê de 14 kesan şehîd kirin, 87 kesan jî birîndar kirin.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di êrîşan de mirina herî zêde bi 13 kesan û birîndarên herî zêde bi 84 kesan herêmên Nebatîye, Sayda û Tîre ye.

Hat îfadekirin ku di heman de li Çîyayê Libnanê sîvîlekî dinê jî hatîye qetilkirin û li herêmên bakur  jî sê kes birîndar bûne. (ÎLKHA)