Jimara nifûsê ya ku divê ji her 10 salan carekî bê kirin, piştî şîddetên ku 2003yan a îşxala Emrîkayê şûnve pêk hatibûn nehat kirin.

Li welat ji bo jimara ku îro û sibe bê kirin ji bo 2 rojan qedexeya derketina derve hat anîtin.

Di jimara ku ew ê bi elektronîkî bê kirin de, pirsên nîjadî û mezhebî neyên pirsîn. Tê texmînkirin ku nifûsa Iraqê nêzê 44 milyon, nifûsa Herêma Kurdistanê jî 6 milyon e. Herî dawîn jimara nifûsê di dewra Seddam Huseyîn sala 1987an de hatibû kirin.

Li gorî Wezareta Plankirina Iraqê, di pêvajoya jimara nifûsê ya ku ew ê di 20-21ê Mijdarê de bê kirin de wê xeyn ji wezîfedarên ewlehî û tenduristîyê, rojnameger û mirovên ku ne welatîyên Iraqê ne qedexeya derketina derve bê tetbîqkirin.

Qedexeya derketina derve ya ku di rojên jimara nifûsê de tê kirin ew ê seferên balafiran asteng neke û di balafirgehan de sefer berdewam bikin.

Di jimara nifûsê ya ku bi elektronîkî bê kirin de tablet bêne şixulandin. Di jimarê de nêzê 120 hezar mirovên ku ji wan re perwerdehî hatin dawîn di sehayê de bixebitin.

Di dema jimara nifûsê de ew ê ji welatîyan re 70 pirs bêne pirsîn. Di jimarên berê de pirsên nîjadî û dînî jî dihatin pirsîn lê ew ê di vê jimarê de derheqê dînî de tenê pirsa Misliman î an jî Xristîyan î bê pirsîn û ew ê derheqê vê meseleyê de pirsekî tenê hebe.

Ew ê ji welatîyan re derheqê rewşa tenduristî, perwerdehî, meslek û xizmetê de jî pirs bêne pirsîn û wê ji wan re bê pirsîn ku mala ku tê de rûdinên yê wan e an jî kirêye jî bê pirsîn.

Tê texmînkirin ku Wezareta Plankirina Iraqê, encamên nefermî wê piştî dawîya jimarê diyar bike. (ÎLKHA)