Artêşa qaşo yê sîyonîstan, êrîşî Cenîna Şerîaya Rojavayê kirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Filistînê ve hat belavkirin de hat desntîşankirin ku li bajaroka Kabatîya Cenînê malekî ji teref sîyonîstan ve hat dorpêçkirin, di êrîşê de 2 Filistînî hatin şehîdkirin.

Li başûrê Cenînê jî êrîş li malekî hat kirin di encama wê êrîşê de jî Filistînîyekî şehîd ket.

Kampa Penaberan a Cenînê ku navenda komên berxwedana Filistînê ye, di dema êrîşa sîyonîstan de dem bi dem ji pevçûnên çekdarî re dibe sehne. (ÎLKHA)