Di hezaza ku pêk hat de kesekî canê xwe ji dest da, 4 kes jî birîndar bûn. Hat îfadekirin ku hezaz ji ber şilîyê pêk hatîye.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên AFAD, polês, îtfaîye û 112 hatin sewqkirin.

Di encama hezazê de Yakup Bayraktar ku li alîyê têketina avahîyê bû canê xwe ji dest da, 4 kes jî birîndar bûn. Mirovên birîndar ji nexweşxaneyan re hatin rakirin. (ÎLKHA)