Rayedarên wîlayetê di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku ji ber bahoza super Man-yi ya ku dawiya hefteyê li Fîlîpînan xist, herî kêm 8 kes mirin û li herêmên ku bahoza lê derbas bû lehî rabû û ax şemitî.

Ofîsa Kêmkirin û Rêvebiriya Rîska Afatê ya Parêzgeha Nueva Vizcaya (PDRRMO) piştrast kir ku li bajarê Ambaguio ji ber şimitîna axê malên wan herî kêm 7 kesan canê xwe ji dest dane.

Serokê Fîlîpînanê Ferdinand Romualdez Marcos ji rojnamevanan re got ku kesekî din li parêzgeha Camarines Norte, li başûrê rojhilatê Manila mir.

Civata Kêmkirina Rîska Afatê û Rêvebiriya Netewî, koordînatorê sereke yê karesatê ye, hîna derbarê   ziyanên canî û ziyanên ji ber Man-yi de daxuyaniyek nedaye. (ÎLKHA)