Hat îfadekirin ku rejîma sîyonîst a îşxalker, ji bona ku beşdarî Konferansa Alîgirên 29emîn a Veguhertina Îklîmê ya Neteweyên Yekbûyî ku li Bakûya Ezerbeycanê tê lidarxistin bibe xwest ku sehaya hewayê ya Tirkîyeyê bikarbîne.
Hat diyarkirin ku Tirkîye serlêdana balafira Wing of Zion ku aîdê rejîma îşxalker e red kirîye.
Ji ber ku daxwazîya Enqereyê ya Herzogê hatîye redkirin Herzog neçû Bakûyê.
Ofîsa Herzogê di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ew zîyareta ku plan dikirin biçûna Bakûyê betal kirine, biryar jî ji ber “endîşeyên ewlehîyê” hatîye girtin.
Encax rayedarên Ezerbaycanê, îtîraz kirin ku Herzog ne ku ji ber endîşeyên ewlehîyê nehatîye Bakûyê, ew ji ber ku Tirkîye îzîn nedaye ku bila sehaya hewayê ya wan bikarbîne nikaribûye were.
Li başûrê Ezerbeycana mitefîkî rejîma sîyonîst Îran heye. Ji Rejîma îşxalker dema ku mirov biçe Bakûyê divê an ji Sûrîyeyê, Iraq û Îranê derbas bibe ku ev jî mimkin xuya nake, an jî li ser Behra Spî û ji wir jî li ser Tirkîye û Gurcistanê derbas bibe. (ÎLKHA)