Midûrtîya Giştî ya Xizmetên Tenduristî ya Bangladeşê, daxuyand ku ji ber nexweşîna Dangê vê salê hejmarê mirovên ku canê xwe ji dest dane 234 kes in.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di nav 24 seatên dawîn de 1100 nexweş ji ber şîkayetên tayê ji nexweşxaneyê re hatine rakirin, 8 kes jî canê xwe ji dest dane.

Di  dawîya daxuyanîyê de jî hat îfadekirin ku ji serê salê vir ve 47 hezar û 50 kes bi şoba Dangê ketine, 3 hezar û 788 kes jî ji ber nexweşînê tedawîyê dîtine. (ÎLKHA)