Baregeha "Nîcer" a ku îstasyoneke benzînê ya girêdayî artêşa îşxalê ya li başûrê rojhilatê Hayfaya dagirkirî ye, roja şemiyê cara yekem ji aliyê berxwedana Lubnanê ve hat lê xistin.
Ev baregeh 40 kîlometre dûrî sînora Filistîna îşxalkirî û Lubnanê ye.
Odeya Operasyonên Berxwedana Lubnanê jî duh ragihandibû ku di nav wan de herêmên sînorê bi Lubnanê û kûrahiya herêmên îşxalkirî bi giştî 26 operasyon li dijî îşxalkeran pêk anîne.
Di dema ku Hizbullah bi mûşekên giran li bajarên Hayfa û Akka û derdora wê dixist, li bajarên îşxalkirî dengê teqînan dihat bihîstin. (ÎLKHA)