Di roja 408. a qirkirinê de balafirên îşxalê hin qadên kampa El Bureyc a li navenda Şerîda Xezzeyê bombe kirin û komkujî pêk anîn.
Hat ragihandin xebatkarên girêdayî Heyva Sor a Filistînê di encama êrîşa bi moşekan a li ser maleke malbata Akel de 7 şehîd ên ku di nav wan de zarokek û gelek birîndar hene rakirin nexweşxaneya El Awda ya li kampa Nuseyrat a li navenda Xezzeyê û Nexweşxaneya Şehîdên Eqsayê ya li bajarê Dêr El-Belah ê.
Îşxalkeran her wiha maleke malbata El Mukadma ya li kampa El Bureyc kirin hedef û di encamê de kesek şehîd bû û 9 kes jî birîndar bûn. Birîndar hatin rakirin Nexweşxaneya El Awda yê.
Çavkaniyên pizîşkî ragihandin ku di encama bombebarana artêşa îşxalê ya li ser maleke malbata El Masrî ya li heman kampê de, heta niha 3 kes şehîd bûne, yên din jî birîndar bûne û di bin xirbeyan de kesên winda hene.
Ji aliyê din ve topxaneyên artêşa îşxalê herêmên bakurarojavaya bajarê Xezzeyê bombebaran kirin. (ÎLKHA)