Her wiha di operasyonê de xalên girîng ên wekî Baregeha Teknîkî ya Hayfa û Baregeha Neşer jî hene.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Hizbullahê ve hat dayîn de hat ragihandin ku li bakurê herêma îşxalkirî li dijî Baregeha Teknîkî ya Heyfa, Baregeha Deryayî ya Heyfa, Baregeha Stella Maris û Baregeha Tîrat Carmelê herwiha Baregeha Neshera li başûrê rojhilatê Heyfa ye, 40 kîlometre dûrî sînorê Lubnanê ku tesîsa gazê lê ye êrîşa bi fuzeyan hat kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku cara ewil êrîşî Baregeha Nesherê hatiye kirin.
Li ser operasyona ku ji aliyê Hîzbullahê ve hatiye kirin de, artêşa rejima îşxalker jî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku "Nêzîkî 10 roket ji xaka Lubnanê ber bi bajarê Heyfayê ve hatine avêtin û hin ji van roketan rasterast li avahiyan ketine û ziyanek mezin gihandiye wan."
Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji Lubnanê nêzî 45 roket avêtine Kendava Heyfa û herêma Celîl ê. (ÎLKHA)