Qeza, li alîyê gundê Keruha ser rêya Cizîr-Silopîyê pêk hat.
Li alîyê beşa rêya ku xebat dihat kirin, 2 tir û tankerekî li hev qelibîn, di encamê de qezayeke zîncîrî pêk hat.
Hat îfadekirin şofêrê tankera bi plaqeya 73 HA 845 ya ku di navbera du tiran de ma birîndar bû.
Şofêrê tankerê Î.S. jî ji teref ekîbên îtfaîyeyê ve hat xelaskirin û ji Nexweşxaneya Dewlet a Cizîrê re hat rakirin.
Derheqê qezayê re tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)