UNRWA di daxuyanîya xwe de weha got, “Rewşa li Xezzeyê tam bûye felaketekî û alîkarîyên ku dighêjin li vê derê li gorî meha dawîn di pileya herî binî de ye. Di meha Cotmehê de ji vê herêma ku di bin dorpêçê de ye re her roj tenê 37 qamyona alîkarîyê dihat şandin.”
NYyê ku diyar kir ji 2,2 milyon însanan re şandina 37 qamyonan qîm nake weha got, “Em ji hinek gelê Xezzeyê ku ji bo nanê ziwa û qurtekî avê parêzê dike daxuyanîyan digrin encax îsraîl, îzîn nade ku bila NY bikeve herêmê.” Dûre sazîya ku girêdayê NYyê ye weha berdewam kir, “Di nav mehekî de ye ji Xezzeyê re tiştekî nehatîye kirin û ji têketina tu tiştekî re jî îzîn nehatîye dayîn û daxwazîyên NYyê ku bila bikevin herêmê jî ji teref mixalefetîya îsraîlê ve tê rûbirûbûn.” (ÎLKHA)