Li gorî çavkanîyên herêmî îşxalkeran, li Beyt Lahîyayê du herêman bombebaran kirin, di encamê de 9 kes şehîd bûn.

Hat destnîşankirin ku ji bomberdûmanan yek li nêzê Nexweşxaneya Kemal Advanê li dijî komekî sîvîl hatîye kirin û di encamê de 5 kes şehîd bûne; ya duyemîn jî li Beyt Lahîyayê ji malekî re hatîye lidarxistin û di encamê de 4 kes şehîd bûne.

Hat îfadekirin ku li Rehafê jî ÎHAyek êrîş li dar xist û di wê êrîşê de jî kesekî şehîd bû.

Xeyn ji van agahîyan du roj berê di êrîşa Nuseyratê de qîzikeka 10 salî birîndar bûbû û îro şehîd ket. Hat hînbûn ku malbata qîzik şehîd bûne û birekî wê tenê maye ew jî birîndar e. (ÎLKHA)