Berdevkê Pentagonê Patrick Ryder, di axavtina ku ji çapemenîyê re da de, destnîşan kir ku keştîyên Emrîkayê bi herî kêm 8 ÎHA, 5 fuzeyên balîstîk ên dijîkeştî û 3 fuzeyên plankirî ya dijî keştîyê hedef girtine.
Ryder ku îddîa dike van 2 keştîyên herbê ku ji operasyonê re hember sekinîne beheneyek weha got, “Ji muhrîban re tu xesarek nehat dayîn û tu personel birîndar nebû.”
Berdevkê Hêzên Çekdar yê Ensarullahê Yahya Serî, destnîşan kiribû ku ew keştîya balafirê ya USS Abraham Lincoln a Emrîkayê bi fuzeyên plankirî û ÎHAyan hedef girtibûn û keştî îsabet girtibû. (ÎLKHA)