Sîyonîstên qatil, li Libnanê êrîşên xwe didomîne.
Balafirên herbê yên sîyonîstan, li başûrê welat Sur, Sayda, Nebatîye û rojhilata Bekaayê êrîşên li dar xist.
Di êrîşan de 18 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristî ya Lubnanê, îfade kir ku di êrîşa li dijî avahîya li Ayn Yakupê de li gorî diyaîryên ewil 8 kes şehîd bûne, 14 kes jî birîndar bûn.
Çavkanîyên herêmî îfade kirin ku di avahîya ku hatîye hedefgirtin de Libnanî û Sûrîyeyîyên ku ji êrîşên rejîma sîyonîst revîyane û hatine Akkarê hebûne.
Li herêmê xebatên lêgerîn û xelaskirinê berdewam dikin û endîşe tê kirin ku hejmarê şehîd û birîndaran zêde bibe.
Balafirên herbê, li herêma Beyada ku girêdayê Nebatîyeyê ye mizgeftekî hedef girtin.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristî ya Libnanê, bi tevî êrîşên dawîn ji 8ê Cotmeha 2023yan vir ve hejmarê şehîdan derket 3 hezar û 243 kesan.
Hat îfadekirin ku ji ber êrîşan bi sedhezaran mirov ji cîhê xwe bûn. (ÎLKHA)