Sazîya Karên Êsîrên Berê û Êsîran û Klûba Êsîran, daxuyanîyekî hevpar belav kirin û destnîşan kirin ku hêzên îşxalkeran ji doh êvarê vir ve li El Xelîl, Ramallah, Al Bîreh û Kalkîlyayê êrîşan li dar xistin.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di dema êsîran de ji êsîr û malbatên wan re tehdît hatin kirin, ji malên wan re sabotaj û tehrîbat hatîye kirin.

Hat îfadekirin ku herî kêm 20 kesan hatin êsîrgirtin, bi tevî van êsîran hejmarê êsîran derket 11 hezar û 600 kesan. (ÎLKHA)