El Mesîre TVya ku girêdayê Ensarullahê ye, diyar kir ku çend êrîş wîlayetên Amran û Saadayê hedef girtin.

Hat diyarkirin ku balafirên herbê yên Emrîka û Îngilistanê ji herêma El Rabhayê re 7 êrîşan li dar xistin.

Êrîşa dawîn a Emrîka û Îngilistanê, piştî xistina ÎHAya ji tîpa MQ-9 a Emrîkayê hat lidarxistin.

Li gorî Berdevkê Ensarullahê Yahya Serî, di dema herba “Fetha ku hatîye weedkirin û Cîhada Pîroz” ku ji bo piştgirîya ji Tofana Eqsayê re hatîye kirin de hejmarê wesayîtên hewayê yên bêînsan ku hatine xistin derketîye 12 kesan. (ÎLKHA)