Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê der barê ziyanên canî yên êrişên îro yên ku ji aliyê qatilên siyonîstên îşxalker ve li navçeyên curbicur ên Lubnanê hatin kirin de, agahî da.
Di êrîşa ku ji teref sîyonîstên îşxalker ve li ser noqteyek li Cebelî Lubnanê ya li navenda Lubnanê ye 3 jê zarok 20 kes şehîd bûn.
6 kesên ku di êrîşê de birîndar bûbûn hatin rakirin nexweşxaneyê, xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên li herêmê dewam dikin.
Di êrîşa li Sohmorê de kesek şehîd bû û 4 kes jî birînda bû, li Meşgarayê jî 3 kes şehîd bûn û 2 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa ku ji teref qatilên siyonîstên îşxalker ve li dijî navenda Sazîya Tenduristîyê ya Îslamî û Berevanîya Sivîl a girêdayî Hîzbullahê li Saydayê hat kirin de 3 xebatkarên tenduristiyê şehîd bûn.
Ji aliyeke din ve li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Lubnanê NNA, êrîşên asmanî yên dijwar li dijî deverên curbicur ên bajarên Baalbeka li rojhilatê welat û Sûr û Nabatiyeya li başûr bi şev û danê sibê berdewam kirin. (ÎLKHA)