Navenda Operasyona Acîl a Sihheta Gel a ku girêdayê Wezareta Sihheta Libnanê ye derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin, rejîma siyonist a terorê êrîşa hewayî bir li ser Baalbeka navçeya parêzgeha Baalbek El-Hirmil a li rojhilatê Lubnanê kir ku di encama êrîşê de 20 kes şehîd bûn û 14 kes jî birîndar bûn.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin ji 8ê Cotmehê ya sala 2023yan vir ve ji teref siyonistên terorîst ve li Libnanê hatin lidarxistin de heta niha 3 hezar û 136 kes şehîd bûn û 13 hezar û 979 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)