Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Adapazariya  navçeya Sakaryayê  qezayeke zincîrî pêk hat û 4 wesayît li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de kesek canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûbûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)