Sevgîlî ji gundê Zoqeyda navçeya Misircê ya Sêrtê ye, kurê merhûm seyda Şêx Muhammed Ez-Zoqaydî û rîspîyekî herêmê ye.

Li herêmê bi rêbertî û îlma xwe ya dînî tê naskirin, jiyana xwe bi îlmê derbas kirîye û li derdorê  xwe jî gelek bi rûmet tê naskirin.

Xebera wefata seyda, di serî de malbat û hezkirîyên wî û temamê herêmê kirîye nav xemgînîyê.

Cenazeya Sevgîlî, ew ê îro ji gundê Zoqeydê re bê birin û li wê derê bê definkirin. Piştî ew ê malbata wî şînê xwe qebûl bikin. (ÎLKHA)