Êrîşên qatilên sîyonîstên îşxalker li ser bajarokên Sûr û navçeya Bînt Cubeylê tevahiya şevê dewam kirin.

Îşxalkeran bajarokên Et-Tîrî, Es-Sultaniye, Tebnîn, Şakra, Kunin û Xirbeyên Silmê bombebaran kirin.

Hat diyarkirin ku qatilên sîyonîstên îşxalker li navenda bajarê Sûrê êrîşî avahiyek kirin û ev yek bû sedema birîndarbûnan. Her wiha hat diyarkirin ku qatilên sîyonîstên îşxalker piştî nîvê şevê bajarê Mansûriyê û derdora bajarokên El-Gannduriye û Furunê yên navçeya Bintu Cubeylê li herêma Nabatiyeyê kirin hedef.

Hat ragihandin ku qatilên sîyonîstên îşxalker, balafirên keşfê yên bêmirov û balafirên cengê tevahiya şevê û heta serê sibê li ser gundên navçên Sûr û Bîntu Cubêylê geriyan û fîşekên ronahiyê avêtin ser gundên sînorî yên ser bi xeta şîn. (ÎLKHA)