Êrîşa îşxalkeran a li dijî sîvîlan, di roja 398emîn de berdewam dike.

Li gorî agahîyên ku ji çavkanîyên tenduristiyê hatin bidestxistin, balafirên şer ên îşxalekran êrîşî Dibistana Seretayî ya Şuceyr a girêdayî Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Penaberan a Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) ya li Şatî kirin.

Di êrîşê de jin û zarok jî di nav de 12 kes şehîd bûn û 30 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê artêşa rejîma îşxalker a ku Filistîniyên bi darê zorê koçber kirin Avichay Adraee bang li Filistîniyên li bakurê taxên Şatiîn, En-Nasr û Abdurrahman û navçeyên El-Ewde û El-Kerame kir ku ji cih û warên xwe derkevin. (ÎLKHA)