Qeza li hember benzînxaneya Opet a di ketina Tetwanê de pêk hat.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta bi plaqeya 34 KAY 317 a ku Ercûment Y. diajot ji kontrolê derket û li kerba parkkirî ya înşaeta rê qelibî.
Di qezayê de ji heman malbatê 4 kes bi giranî birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên polês, îtfaiye û tenduristiyê hatin sewqkirin.
Birîndarên ku li cihê bûyerê alîkariya ewil hatin kirin bi ambûlansê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê re hatin rakirin.
Derbarê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)