Narîn Guran, di 21ê Tebaxê de li Gundê Çilleyê winda bûbû di 8ê Îlonê de ceseda wê di nav newalê de hatibû dîtin.

Ji bo rûniştina ewil a ku di Dadgeha Cezaya Giran a 8emîn de tê dîtin sûcdaran bi wesayîtên neqil a girtîgehê ji Kampûsa Sazîyên Înfaza Ceza ya Dîyarbekirê di nav ewlehîyekî mezin de ji Edlîyeya Dîyarbekirê re hatin anîtin.

Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç jî beşdarî rûniştinê bû û derheqê dozê de nirxandinekî kurt kir.

Dînç ji endamên çapemenîyê re daxuyanî da û weha got:

“Em beşdarî rûniştina qîza me ya mesum Narînê bûn. Ji roja ku hatîye qetilkirin heta niha dilê me dişewite, em daîma êş û jana wê dijîn. Îro di dadgehê de Nevzat Bahtîyar ku bi beşdarbûna sûcê tê darazandin axivî. Axavtinên wî hev nedigirt û tişteke zelal negot. Tiştê ku em daîma dibêjin dîsa dibêjin; Destê qirêj ê ku dirêjê qîza me ya Narînê bûbe, kî an jî kê beşdarî vê cînayetê bûbe kî dibe bila bibe tu ferq nake ji bona ku derkevin holê û cezayê bigrin em ê şopînerê vê dozê bibin û şopînerbûna xwe bidomînin.”

Dînç, ji wan kesên ku li ser meseleya Narînê menfeatên sîyasî dixwazin bidestbixin re jî bertek nîşan da û weha got, “Erê, Narînê dilê me peritand, êş û janekî giran bû. Wan kesên ku li ser vê êş û janê xwestin menfeatên sîyasî bidestbixin hewalê gelê xwe dikim. Înşaallah ew jî di dilê gelê me de bibin mehkûm.” (ÎLKHA)