Îşxalkeran, ragihandin ku li bajaroka Barcaya ku girêdayê wîlayeta Cebel-î Libnanê ye êrîş hat lidarxistin.
Di encama êrîşê de avahî bi temamî hilweşîya.
Rayedarekî Parastina Sîvîl ê Cebel-î Libnanê Hûsam Dahruç weha got, “Me di bin kavilên avahîya ku hilweşîyabû de cesedê 17 kesan û 3 birîndaran derxist. Em niha ji bona ku cesedê 3 kesan derxin dixebitin û gelek zehmetîyê dikşînin. Hêna jî mirovên ku di bin kavilan de ne û em nikarin bighêjin wan hene.”
Dahruc, ragihand ku ew pirsgirêka amûran dikşînin û bi tevî destan xebatên xwe didomînin.
Hat destnîşankirin ku di avahîyê de Libnanîyên ku ji cîhê xwe bûne dijîn, ji ber vê yekê dibe ku hejmarê şehîdan zêde bibe, di navbera qurbanîyan de zarok û pîrek jî hene. (ÎLKHA)