Walîyê Zaporijyayê Ivan Fedorov, di daxuyanîya ku li Telegramê belav kir de, daxuyand ku hêzên Rûsyayê êrîşî Zaporijyayê kirine.
Di êrîşê de 6 kes mirine, 24 kes jî birîndar bûn. Hat îfadekirin ku di heman demê de ji tesîsekî binesazîyê re jî êrîşek hat lidarxistin, di encamê de şewat derket û hat vemirandin. (ÎLKHA)