Di daxuyanîya ku ji teref wezaretê ve hat belavkirin de, hat îfadekirin ku li Xezzeyê hejmarê xwendekarên ku şehîd bûne derket 11 hezar û 808an, hejmarê birîndaran jî derketîye 18 hezar û 596an. Li Şerîaya Rojavayê jî 115 xwendekar şehîd bûne, 603 xwendekar jî birîndar bûne û 450 xwendekar jî hatine desteserkirin.

Hat îfadekirin ku di heman demê de li Xezze û Şerîaya Rojavayê 561 mamoste û personelên îdarî şehîd bûne, 3 hezar û 729 kes jî birîndar bûne û li Şerîaya Rojavayê jî 148 personel hatine desteserkirin.

Wezaret îfade kir ku li Şerîaya Rojavayê 341 dibistanên dewletê, avahîyên ku girêdayê zanîngeh û sazîyan in, 65 dibistanên aîdê UNRWAyê hatine bombekirin û xesarê dîtine; ji vana jî 138ê wan giran xesarê dîtine, 77ê wan jî bi temamî xera bûne.

Li Şerîaya Rojavayê jî 84 dibistan û 7 zanîngeh bi êrîş û zerardayînê re rûbirû mane.

Di daxuyanîya wezaretê de hat ragihandin ku li Xezzeyê 788 hezar xwendekar nikarin biçin dibistan û zanîngehên xwe. Piranîya xwendekaran travmayên psîkolojîkî dijîn û di bin şert û mercên zor ê tenduristîyê re rûbirû ne. (ÎLKHA)