Qessam, li ser qenala Telegramê daxuyanî da û di daxûyanîya xwe de weha got, “Micahîdên Qessam di seat 13.40an de, şênîya ‘Şaked’a ku li bakurê Şerîaya Rojavayê ye, bi çekên minasîb bi şekleke serfirazî hedef girt û micahîdên me sax û salim vegerîyan.”
Berîya daxuyanîya HAMASê çapemenîya îşxalê jî diyar kiribû ku bi wesayîtekî spî ji herêma senayî ya Shahakê re êrîş hatîye kirin.
Berxwedana Filistînê di Cotmeha borî de li Quds û Şerîaya Rojavayê 445 çalakîyên encamdar û popûler li dar xistin.
Li gorî Enformasyona Filistînê, çalakîya berxwedanê bi kuştina 11 leşker û şênîyên sîyonîstan û birîndarbûna 98 kesan encam bû. (ÎLKHA)