Bûyer li Cedeya Osmancik a Çorumê di avahiyeke 5 qatî de pêk hat.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di avahiyê de ji ber erdxazê teqînek pêk hat.

Di teqîna dijwar de mal û cihên kar ên derdorê jî zirar dîtin û dîwarên avahiyê hilweşiyan.

Li gorî daneyên ewil di encama teqînê de 1kesek mir û 16 kes jî birîndar bûn.

Piştî teqînê gelek ekîbên tenduristiyê, îtfaiyeyê, polîs û ekîbên lêgerîn û xilaskirinê hatin sewqkirin herêmê.

Avahiyên derdorê hatin valakirin, kuçe ji trafîkê re hat girtin û li herêmê şerîda ewlehiyê hat kişandin.

Xebatên ekîban li herêmê dewam dikin. (ÎLKHA)