Ji Mustafa Demîrbolek (17) ê ku li Kolana Guneş a Taxa Huzur a navenda Êlihê dijî û 12ê Îlonê danê sibê ji bo biçe cihê kar ji malê derket, tu xeber nîne.
Malbata bi fikar a ku serîlêdana windayîyê li rayedaran kirine, li benda mizgîniya kurê xwe ne.
Giyasettin Demirbolek îfade kir ku 50 rojî zêdetir e tu agahî ji kurê wî nayê û wilo axivî, “Mistefayê min sibeha 12ê îlonê her tim ji bo ku biçe ser kar ji mal derdiket û ji wê rojê heta niha nehatiye malê. Mistefayê min di sala 2007an de hatiye dinyayê. Berê ji bajêr derneketiye. Cihên ku ji me dûr e, nikare ragire, bêriya me kiriye. Ez bawer nakim ku ew niha li ku derê be, bi îradeya xwe li wir e. Ji wê demê û vir ve 50 roj zêdetir e tu xebera me ji wî tune ye. Pirsgirêka kurê min bi malbata xwe re nîne. Kî ketiye hişê wî û bi ku ve birin ti agahiyek me nîne. Roja ewil heta nîvê şevê kurê min nehat malê, ez çûm qereqolê û min serîlêdana windayê da. Ji wê rojê û vir ve tu agahiyên zelal der barê wî de negihiştiye destê me.
9 roj piştî kurê min winda bû, me wêneyên wî li ser hesabên medyaya civakî parve kir. 4-5 saet piştî ku min parve kir, yek ji hevalên kurê min ê berê yê taxê telefonî me kir û got ku wî Mistefa li Stenbolê dîtiye. Heta got, li cihekî rûniştin, 15-20 deqeyan sohbet kirin û paşê çûn. Lê wê demê diyar kir ku ew nizanibû Mistefa winda ye yan jî bêyî destûra malê hatiye vir û piştî 3 rojan ji windabûna wî hevdîtin pêk hatiye. Piştî ku min ev agahî girt ez çûm Stenbolê, lê tevî hemû hewldanan me tu şopa Mistefa nedît. Ji cihên din raporên cuda hatin, lê me nekarî tu encam ji wan bigirin. Banga min ji rayedaran re; Ez dixwazim kurê min li ku be bê dîtin û bînin malê.”
“Musefayê min tu li ku be ez dixwazim tu were mala xwe”
Dayik Gulay Demîrbolek, diyar kir ku ji roja ku kurê wê hatiye windakirin heta niha ew bi şev û roj nikare razê û werê got, “Mustefa kurê min tu li kû bî were malê. Me berîya te kiriye ji me re ne şeve ne roj e. ez dîtina te dixwazim, were malê. Ez tu tiştekî din ji te naxwazim. Tenê me beriye te kiriye. Dixwazim te bibînim, dengê te bibihîzim. Telefonî me bike ji me re bêje ez li vir im da ku bila dilê me bikeve cî. Şev û roj ferq nake. Em wêneyên te dinêrin, şev û roj ji me re ferq nake, em ranakevin. Tenê tu were bes e. Em li benda te ne. Netirse were. (ÎLKHA)