6 gundên li sînora Filistînê ya Libnanê, ji teref rejîma îşxalker ve bi temamî hatin tunekirin.

Hat îfadekirin gundên ku hatine tunekirin Merwahîn, Zahîre, Bustan, Umm et-Tut, Zîlutîye ne.

Di van êrîşên rejîma sîyonîst de hat hînbûn ku 5 hezar xanî, 9 camî, 6 dibistan û 14 depoyên avê hatine tunekirin.

Meleyê gundê Merwahînê Şêx Ahmed Ubeyd, destnîşan kir ku hemû binesazî ji teref rejîma îşxalker ve hatin teqandin û van 6 gundan bûne wek çolekî ku di nav de jiyan tineye. (ÎLKHA)